Dewlet Goristana é Dine (Devlet Ötekilerin Mezarlığıdır) -Rıfat Güven

Geçtiğimiz günlerde HDP Eş Genel Başkan Yardımcısı Aysel Tuğluk’un annesi Hatun Tuğluk’un cenaze töreninde gerçekleştirilen ırkçı-faşist saldırı ile ilgili olarak Rıfat Güven’in Kürtçe yazıyı yayınlıyoruz. 

“ Hûn nikarin li vir veşêrin.Cihê Ermeniyan li vir nîne “ goti bû nîjadperestên êrîş kiribûn li cenazeye dayika Aysel Tuğluk Hatun Tuğluk a 78 salî.

Rast goti bûn.Li gori nîjadperesta mezhebperesta din av çavên faşîsta û di zimanê desthilatî de cihê ê din tune li vir.Cihê Ermeniya cihê Kurda cihê Elewîya cihê Rûma cihê jına cihê bindesta ango cihê hemû ê dina nîne.Xwe bûn qedexeye li van axan zindî an mirî bi aliye desthilatî û dewlet.

Mirin ji bo her kes ne başê lê bele ji bo ê din mirin du car mirine.

Em neçin dirokekî pir dur bo bîranina van mirinê du car. Dayîka Taybet hati bû kuştin cenaze wî erde ma bû çend roj,zarokên wî nikarî bûma tiştekî bikin destên wan girtî bû,tene dikarî bûn temaşa bikin.Dewlet kuşt qetil kir û wisa hişt li kolana.

Cemile Çağırga hat qetil kirin, cenazê wî hat veşartin din av sarincok. Hacı Lokman Birlik hat qetil kirin bi aliye hezên dewlet. Cenazê wî bi bend re hat kêşandin pişt erebaya zirihpûş. Ekin Van hat kuştin li kolana û paşvê hat tazî kirin.Qet şerm nekirin. Li Giresunê merzelê Şafak Yayla,li ser wî beton rijand malbatên wî ji bo kes wî ji merzelê dernexe. Em zanin ku desthilatî dijmintayîya xwe bûne.

Dewlet goristanêk mezine, goristana ê din.Polîtîkayên desthilatî vî pergale amade û ava dike. Bûyina Ermenî,Kurd,Elewî,Rûm,jin,bindest ango bûyina xwe an jî em wiha bejin nebûna Tirk,Sunî,mêr,serdest astengêkî giranê ji bo desthilatî. Dewlet edî goristana ê dine. Dîroka desthilatî û dewlet bi eşên stêrkên dayîka,bi dengên zarokên hatine kuştin,bi cenazeyên hat kêşandin ê hat tazî kirin ê hat beton kirin ê hat hiştîna kolana tijîye. Merzelê wala da cenazeyên ê din na,merzelê wala da ê serdestan were veşartin.