Devrimci Anarşist Faaliyet: Hilbijartina Şirnexê Ji Bo Dewletê Beka Ji Bo Gel Îza

Exne û nîqaşên li ser hilbijartinên Stenbol berdewam in. Çi îro, çi sibê, ji her du aliyan yêk wê biserkeve. AKPya ku hertim behsa eşq û evindariyê dike, di hemû kirinên xwe de nîşa dide bê çawa nifretê berberbelav dike. Herwiha em dizanin ku CHPya her dibêje “em mafê tu kesê naxwin û nahêlin bê xwarin jî” ew jî vê gotinê ji bo karker û kedkaran nabêjin. û tiştek din; her kê bi serbikeve, serkeftina me bi rêya hilbijatinan nîne; em vê jî dizanin.

Nîqaşên li ser Stenbolê bi hemû qrêja xwe berdewam in. Di navbera her du partiyan de hejmara dengan kêm e, ev jî wê bike ku nîqaş her berdewam bin. AKPya ku heta duh jî dikarî ku hemû tiştan bike, diyar e ku ji qaweta xwe ketiye û bajarên herî girîng, wek Enqere û Stenbolê de encamên hilbijartinan hê jî tên axivtin. Lê belê AKPê, li bajarek din ya girîng, li Şirnexê bi stratejiyeke bê emsal di hilbijartinan de bi serket. Şirnexa ku ji bo Herekata Azadiya Kurd gelek giringe, piştî vala kirinên ku pênc salin didomin, bêyî insan û popûlasyon ma.

Bajarên ku hatin vala kirin, bi leşker, polês û bi alîgirên xwe tije kirin. AKPya ku di hilbijartinên Adara 2014an de sedan 20 deng nestandibû, bi êrîşênn dewletê yên di sala 2015an de dengên xwe hetanî sedan 70an zêde kir. Di êrîşan de kanalîzasyon û sîstema ceyranê ya bajar hatibû rûxandin. Herwiha nêzîkî çar hezar avahî jî hatibûn rûxandin yan jî xerab kirin. Bajar di hemû aliyan de hatibû dorpêç kirin û hatin û çûnên bajar di bin kontrola leşker û polêsande bû. Dengên partiya HDPê yên ku digihin sedan 35an, bi gelê ku bajarê xwe ne berdabûn hate bidestxistin. Dewletê, memûrên ji bo demek kin hatiye Şirnexê jî mobîlîze kir, û îkameta wan anî bajêr. Encama hilbijartinan wisa derket holê. Çapemeniya nêzîkî hûkûmetê hertim nûçeyên wek “Me Şirnex stend!” diweşîne; ew jî nîşan dide ku Şirnex ji bo wan çiqas girîng e.

Dewleta Tirkiyê, bi nîqaşên li ser Stenbolê darbeya li Şirnexê û niyeta xwe ya êrîşkirina Rojava, Başûr, Bakûr dike ku veşêre. Ev hamle, ji bo Tirkiyê hamleya man û nemanê, bi gotina wan “hamleya bekayê” ye. Tirkiye hewl dide ku bi vê hamleya xwe yekitiya kantonên Rojava perçe bike. Her wek niyeta wan ya ku yekitiya şaredariyên li Bakur parçe bike… Ew her du hamle wekhev in. Dîskura AKP ya “bekayê”, wek “beka meseleya hilbijartinên giştî ye” tê dîtin û nirxandin. Bloka Millet, vê wisa fêm dike. û bi darbeya li Şirnexê hatiye kirin, diyare ku Bloka Millet tu carî vê yekê fêm nake. Ji hemûyan xirabtir, Bloka Millet, vê hamleyê dipejirîne jî. Yên ku li Stenbolê behsa demokrasiyê dikin, li Şirnexê behsa demokraiyê nakin. Ji ber ku encam diyar in. CHPya ku behsa şert û mercên hilbijartinan dike, behsa şert û mercên giran yên ki ew pênc sal in li Şrnexê berdewam in nake. Ji ber ku Şirnex, ji bo wan jî “pirsgirêka bekayê” ye. Şirnex, di vê hilbijartinê de, encama herî eşkere ya “bekayê” ye.

Şirnexê rojên zor û zehmet ditiye. Li Şirnexê hûn kuç li ser kuç nehêlin jî, mirovan qetilken, koçber bikin jî bizanibin erdê Şirnexê têra jiyana Şirnexiyan heye. Gelê me yê ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe wenda kirine û bûyîne ax besî we ye! Çîrokên wan wê her û her bên gotin û wê li her derê bigerin. Û ji bîr nekin; Cizîr Şirnex e! Silopî Şirnex e! İdîl Şirnex e! Roboskî Şirnex e! Serkeftinên pêşeroja me bi zehmetkêşiya iroyîn de wê bi serkevin. Serkeftin wê ya Şirnexê be!